Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin
- rojane
- 09:39 17/5
Li Eskîşehîrê di Newroza 2024’an de ji bo endamên Komîteya Tertîp bi îddîa “muxalefeta li hember zagonê meşa kombûyin û çalakiyê” doz hate vekirin.
Li Eskîşehîrê di Newroza 2024’an de ji bo endamên Komîteya Tertîp bi îddîa “muxalefeta li hember zagonê meşa kombûyin û çalakiyê” doz hate vekirin.
Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe ku 2 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn, nerazîbûn nîşanî biryarê da û got, "Weke kesên hatine hilbijartin, em ê heta dawiyê bi rêyên demokratîk û rewa parastina mafên xwe bikin."
Ji bo merasîma bibîranîna qadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku dê sibe li Qada Şêx Seîd bê lidarxistin banga “Em li nirxên xwe xwedî derbikevin” hate kirin.
Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Dêrsimê Nûrhat Yeşîl got, "Di vê qonaxê de PKK'ê tişta ku dikeve ser milê xwe pêk anî. Qonax wê bi gavên ji aliyê dewlet û hikûmetê bên avêtin ve diyar bibe."
Raportorê Tirkiyeyê yê AP'ê Nacho Sanchez Amor ê biryara kongreya PKK'ê nirxand wiha got: "Divê ev firsend neyê hebakirin. Di vê qonaxê de divê parlamentoyê jî tevlî pêvajoyê bikin."
ÎHD û OHD'ê li gel Baroya Amedê ji bo parastina hestiyên li navçeya Licê ku tê texmînkirin aydî mirovan in û ji bo tespîtkirina bê ka aîdî kê ne serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan.
Wêneyê nivîskar Ahmet Aktaş ê 42 sal berê li Şamê bi Abdullah Ocalan re hatibû kişandin ji aliyê Rojnameya Xewbûn ve hate weşandin.
Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê ku bi biryarnameyê hate girtin Aydin Koç piştî qedandina cezayê girtîgehê hate berdan.
Sadettîn Ozbahçecî ji hêla polîsan ve hatibû kuştin. Qetilkirina Ozbahçecî ya ji hêla polîsan ve li krîmînala polîsan nehat tespîtkirin û li ser vê yekê dosya ji krîmînala cendirmeyan re hate şandin.
Bi hinceta 2 pirtûkên ji hêla Weşanxaneya Aramê ve hatine çapkirin, der heqê xwediyê weşanxaneyê rojnameger Hakki Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin.
Ji bo bîranîna ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku dê li Dêrsimê were lidarxistin, banga tevlibûnê hate kirin.
Cezayê hefsê yê polîsê bi navê Fatîh Dalgali ku di dema çalakiyên Parka Geziyê de bi fîşeka gazê Berkîn Elvan qetil kiribû, ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin.
Civaknas Demîr Kuçukaydin tiştên piştî banga Abdullah Ocalan rû dayin weke “destpêka pêngaveke nû” nirxand û got: “Guherîn dê biêş be. Li şûna gotina ‘me ev gav avêt, tu jî vê gavê biavêje’, divê mirov li ser birêxistinkirina civakê bisekine.”
Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Wanê hatin bibîranîn. Mehmet Şîrîn Tunç di bîranînê de got ku Kaytan û Altûn ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kirine û ev tişt anî ziman: “Tu caran serî netewandin.”