Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
- rojane
- 11:22 23/1
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Wezareta Dadê got: “Di şewata li Boluyê de tevahiya nasnameyan hatin tespîtkirin. Di şewatê de 78 kesan jiyana xwe ji dest dan.”
Bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” 10 meh cezayê hefsê dan belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê Umît Aslan.
Serdar Taniş û Ebubekir Denîz di dema binçavkirinê de hatibûn windakirin û DMME'yê jî Tirkiye mehkûm kiribû. Parêzerê Taniş û Denîz, Hakîm Taniş got ku Tirkiye biryara DMME’yê bicih nayîne.
Niştecihên Kadikoyê têkildarî nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka kurd nirxand axivîn û diyar kirin ku divê pirsgirêk çareser bibe û gotin, "Eger ji bo vê hezar carî pêwîstî bi çûyîna Îmraliyê heye, divê biçin."
Endamê Meclisa Giştî ya HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir ku yek ji sedema têkçûna pêvajoyên çareseriya pirsgirêka Kurd ên heta niha jî dûrmayina muxalefetê bû û wiha got: "Wer in em bi hev re qadên azadiyê ava bikin.”
Di demên dawî zextên li ser rojnamegeran zêde bûn. Herî dawî rojnameger hatin qetilkirin, 13 rojnameger hatin girtin û der barê 4 rojnamegrean de lêpirsîn hat vekirin. Nûnerên saziyên ragihandinê bertek nîşanî zextan dan û gotin ku dewlet dixwaze hewaya tirsê biafirîne.
Berdevka Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê Ayşe Şehrîban Demîrel bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan û got: "Binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê girêdayî binpêkirinên li Îmraliyê ne."
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê ku bang li her kesî kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi berpirsyarî rabin, destnîşan kirin ku divê ziman û pratîka desthilata AKP'ê li gorî pêvajoyê biguhere.
Rojnameger Dogan Cîhan diyar kir ku êrişên Tirkiye û SMO'yê yên yên li dijî Bendava Tişrînê dewam dikin û got: "Tevî hemû êrişên Tirkiyeyê jî gel paşve gav navêje. Li herêmê peymanên navneteweyî û hiqûqa şer tên binpêkirin."
Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Qersê Guldane Kiliçê destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd beriya her tiştî divê tecrîd bi temamî were rakirin û rêyên muzakereyê bên vekirin.
Hat diyarkirin ku rewşa tenduristiyê ya girtiyê bi navê Ahmet Kaya yê ku di êrişa gardiyanan de parxan û diranên wî şikestin, ji ber ku piştî êrişê nehat dermankirin xerab bûye û hestiyên çena wî dihelin.
Şandeya DEM Partiyê li Girtîgeha Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Hevdîtin 4 saetan dom kir.
Dewleta tirk gundê Bûbî yê navçeya Zirganê û gundê Bîr Hiso yê Kobanê bomberan kir.