Di danişîna doza Erhan Gorur de ji bo leşkerê bersûc ceza hate xwestin
- rojane
- 15:24 11/4/2023
Dozgerê ku derbarê leşkerê têkildarî qetilkirina Erhan Gorur de tê darizandin mutalaa pêşkeş kir, bi sûcê “kuştina biqisûr û zanebûn” jê re ceza xwest.
Dozgerê ku derbarê leşkerê têkildarî qetilkirina Erhan Gorur de tê darizandin mutalaa pêşkeş kir, bi sûcê “kuştina biqisûr û zanebûn” jê re ceza xwest.
Nûçegihana JINNEWS’ê Nazlican Yildiz ku li Îzmîrê hatibû binçavkirin û girtin, hate berdan.
Mînareya Mizgefta Aşagi ya Dîlokê ku di erdhejê de ziyan gihiştibûyê, wergeriya ser makîneya kar û di encamê de karkerê bi navê Mert Koseoglû jiyana xwe ji dest da.
Şaxa OHD’a Rihayê rapora xwe ya têkildarî girtîgehên li bajar eşkere kir û da zanîn ku piştî lehiyê, pirsgirêka ava paqij rû daye.
Li dijî bûroya hilbijartinê ya CHP’ê ya Konakê bi keviran êriş hate kirin.
Derheqê Midûrê Karên Nivîsan ê Azadiya Welat Îsmaîl Çoban de ku niha girtî ye, bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin û dozger xwest ku cezayê hefsê li Çobanê were birîn.
Dadgeha Destûra Bingehîn hinceta nekirina parastina devkî ya HDP’ê red kir û dosyaya doza girtinê ji raportorê AYM’ê re şand.
Serokê Giştî yê PSKAD’ê yê berê Ganî Kaplan di danişîna ewil ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate darizandin beraet kir.
Di çarçoveya êrişa çekdarî ya li dijî avahiya CHP’a Stenbolê de 4 kesên hatibûn binçavkirin, bi şertê kotnrola edlî hatin berdan.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 23 meh in tu agahî jê nayên girtin, dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Kevirên sûrên Amedê ku di Lîsteya Mîrateyên Çandî yên Cîhanê yên UNESCO’yê de cih digirin û ji ber erdhejê ketibûn xwarê, ev zêdetirî 2 meh in nehatine rakirin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî têkildarî doza girtina HDP’ê daxuyaniyek da û wiha got: “Heke doz bi biryara girtinê biencam bibe, dê ev yek rê li ber binpêkirinên mafan veke. Banga me ji bo AYM’ê ew e ku biryarên DMME’yê esas bigire.”
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Agiriyê Cemal Akar anî ziman ku li Agiriyê armanca wan 4 û 0’e û wiha got: “Ev hikumeta yekperest, kurdan tune dihesibîne û desthilata xwe li ser tasfiyekirina kurdan ava kiriye wê têk biçe.”
Kesê bi navê Farûk Kiliç ji hêla AKP’ê ve li Mêrdînê weke namzetê di rêza ewil de hate nîşandan. Kiliç, ji ber parastina 7 xizmên xwe yên gumanbarên cînayetê, bi sala ye di rojevê de ye.