Peyamên ji qadên 1’ê Gulanê: Gel dê di 14’ê Gulan dê qedera xwe diyar bike
- rojane
- 11:34 02/5/2023
Bi sedhezaran kesên tevî hemû zextan jî di 1’ê Gulanê de li Qada Maltepeyê kom bûn diyar kirin ku dê gel di 14’ê Gulanê de qedera xwe diyar bike.
Bi sedhezaran kesên tevî hemû zextan jî di 1’ê Gulanê de li Qada Maltepeyê kom bûn diyar kirin ku dê gel di 14’ê Gulanê de qedera xwe diyar bike.
Li Stenbolê polîsan di çarçoveya lêpirsînekê de avêt ser malan û endam û rêveberên HDK, HDP û Partiya Çepên Kesk jî di nav de herî kêm 17 kes hatin binçavkirin.
Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Mehmet Emîn Aktar ê xwe amade dike bîra salên 1990’an bibe Meclisê wiha got: “Heta ku em hêrsa gel nîşan bidin, pêkane ku mîna 7’ê hezîranê encamekê bi dest bixin.”
Komek nijadperest êrişî wesayîta anonsa hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk kirin û endamê partiyê Kamûran Guneş birîndar kirin. Polîs li şûna ku êrişkaran bike binçavan, Guneş kir binçavan.
Hat eşkerekirin ku di meha nîsanê de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê hezar û 81 caran bombebaran hatiye kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 2 salan zêdetire tu agahî jê nayên girtin, dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Li 9 gundên li Çiyayê Bagokê qedexeya derketina derve ku vê sibehê hatibû ragihandin, hat rakirin. Lê tevgera leşkerî didome.
Li gundê Arûsê ya bi ser navçeya Xinûsê ve bi salan e rêyên wan nayên çêkirin. Xelkê gund dibêje ji ber ew elewî ne rêyên wan nayên çêkirin.
Qeyûmê Şaredariya Mêrdînê û waliyê Mêrdînê Mahmût Demîrtaş û qeyûmê tayînî şaredariyên navçeyên Mêrdînê ji bo propaganda AKP’ê bikin li gel namzet û rêvebrên AKP’ê mal bi mal li dengan digerin.
Li 9 gundên bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve bi hinceta operasyona leşkerî qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Serokê Egîtîm Sena Şaxa Semsûrê Abdullah Demîr diyar kir ku li Semsûrê li 400 dibistanên ku xesar ji erdhejê dîtine perwerdehî dest pê kiriye û got ku desthilat tenê ji bo bibêje "rewşa Semsûrê asayî ye" dibistan vekirine.
Xelkê Bedlîsê bi lêv kir ku namzetê parlementeriyê yê AKP'ê Mûaz Ergezen ku di dema êrişên Efrînê de li ser fuzeyan navê xwe nivîsîbû, dijminê kurdan e û got: "Em ê nehêlin namzetê ku dijminê kurdan bê hilbijartin."
Waliyê Şirnexê Osman Bîlgîn tevî Qeymeqama Cizîrê Nazli Demîr û Kamîl Atak ê endamê JÎTEM'ê li Şirnexê ji bo AKP'ê doza dengan dikin.
Hevseroka DFG’ê ya di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere bû de ku 4 roj in di binçavan de ye, xebatên wê rojnamevaniyê û seyahata ku kiriye û hevdîtinên bi rêya telefonê jê hatine pirsîn.