Di êrişa Îranê de kolberek hate qetilkirin
- rojane
- 15:04 03/10/2023
Di encama gule berdana hêzên Îranê kolberekî jiyana xwe ji dest da.
Di encama gule berdana hêzên Îranê kolberekî jiyana xwe ji dest da.
DAD’ê bertek nîşanî binçavkirina 20 siyasetmedarên ku Hevseroka wan a Giştî Kadriye Dogan jî di nav de da û wiha got: “Divê canên me demildest bên berdan.”
Rojnameger Ayşenûr Arslan ji ber nirxandinên xwe yên têkildarî çalakiya bombeyî ya li Enqereyê hate binçavkirin.
Li Mûşê li mala ku 2 ciwan lê dimînin cihazê guhdarkirinê hate dîtin. Derket holê ku qertê di nava cihazî de aydê Miduriyeta Giştî ya Polîsan e.
Li navçeya Erdişê lêpirsîna ajokarê teqsiyê Zafer Ceyhan ê ku digotin di pevçûnê de hatiye kuştin ev 6 sal in bi awayekî nepen tê meşandin. Malbata ku hemû serlêdanên wan hatine redkirin, bi guman in ku bûyer weke kiryarên nediyar bimîne.
Navên kesên di çalakiya li dijî Wezareta Karên Hundir a li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin.
Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 31 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
DFG’ê da zanîn ku hejmara rojnamegerên girtî derketiye 63 kesan, di meha îlonê de 12 rojnameger hatine binçavkirin, 4 rojnameger hatine girtin, cezayê hefsê li 7 rojnamegeran hatiye birîn, naveroka 164 parvekirinên medyaya dijîtal û xwegihandina 268 nûçeyan hatiye astengkirin.
Tundiya polîsan a li dijî malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan a di çalakiya hefteya 700’an a Dayikên Şemiyê de bi rapora pisporan hate belgekirin.
Cîgirê midûr Burak Ercan li Şirnexê tacîza zayendî li 43 xwendekaran kiribû. Ji ber ku şahid nehatin dadgehê, danişîna dozê hate taloqkirin.
Di çalakiya protestokirina binçavkirinan a li Stenbolê de 10 kes hatibûn binçavkirin. Her 10 kes jî piştî îfadeyê hatin berdan.
Di encama operasyona navenda wê Dêrsimê de rojnameger jî di nav de 6 kes hatin binçavkirin.
Di 1’ê cotmehê de li dijî Miduriyeta Giştî ya Polîsan a li Enqereyê êrişek hate lidarxistin. Di operasyona piştî êrişê li 18 bajaran hate kirin de zêdetirî 90 kesan hatin binçavkirin.
Bandora barîna baranên zêde yên li ser bajarên bakurê Kurdistanê didomin. Mijê da çiyayên bilind ên bakurê Kurdistanê.
Ji burokratên îthal Cebraîl Aslan ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê yê berê anîbû û ji hêla qeyûmê nû ve ji peywirê hate girtin, li pey xwe gelek nelirêtî hişt û çû.