Qada bajêr a Şakiro hat vekirin

  • rojane
  • 16:26 27 Mijdar 2025
  • |
img
AGIRΠ- Şaredariya Agiriyê, "Qada Bajar a Şakiro" vekir.
 
Şaredariya Agiriyê, “Qada Bajar a Şakiro” ya ku avakirina wê xilas kiribû, vekir. Nûnerên partiyên siyasî, saziyên jinan û yên sivîl beşdarî merasîma vekirinê bûn. Hevşaredara Agiriyê Hazar Aras di merasîma vekirinê de axivî û ev tişt got: “Berî 5 mehan ev der kavil bû. Me ev der veguherand bihuştek biçûk. Li her welatî qadên sembolîk hene me jî ji bo bajarê xwe biryara vê qadê da û me navê Dengbêj Şakiro lê kir. Bi vî rengî me spasdariya derengmayî rave kir.” 
 
Hazal Ertaşê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Em dixwazin ku ev qad bibe cihê şanoya û lîstika zarokan. Bila ev qad bibe cihê civînên wêje û helbestê yê ciwanan. Bila ev qad ji bo gelê me bixêr be.”
 
‘SERHAT WARÊ DENGBÊJAN E’
 
Parlamenterê Dem Partiyê Sirri Sakik jî ev tişt got: “Em bi dengê Şakiro û dengbêjên din mezin bûn. Hemû dengbêj ezîzên Kurdan in. Ger dengbêj nebûna belkî îro zimanê me nedibû. Lewra zimanê gelê Kurd hat qedexekirin. Rexmê qedexekirina ziman, denbêjan klamên xwe stirîn. Dengbêjan hem rojên zilmê hem jî rojên xweşiyê de dengê xwe bilind kirin. Serhed warê dengbêjan e.”
 
 ‘EM Ê GORA ŞAKIRO BÎNIN AGIRIYÊ’
 
Sakik, bibîr xist ku goristana Şakiro li Îzmîrê ye û destnîşan kir ku ji bo gora wî bînin Agiriyê serlêdan kirine û dê gora wî bînin Agiriyê.
 
Piştî axaftinên merasîma vekirina qadê, govend hat girtin.