Di bûyera 3 kesên li Qoserê hatibûn kuştin de kesek hate girtin

  • rojane
  • 11:20 27 Mijdar 2025
  • |
img
MÊRDÎN - Endamên malbata Kaya li Qoserê di mala xwe de mirî hatibûn dîtin. Di lêpirsînê de kesek ji ber sedema “tunekirina delîlan” hate girtin. 
 
Di şeva 24’ê Mijdarê de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê Mehmet Kaya (37), hevjîna wî Berna Kaya (33) û keça wan Samyelî Kaya (5) li mala xwe mirî hatin dîtin. Gule li serê her sêyan jî hatibû xistin û hatibûn kuştin. Piştî lêkolîna li cihê bûyerê, cenaze rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê. Piştre radestî malbatê hatin kirin û hatin definkirin. Di encama lêkolîna cihê bûyerê de hat tespîtkirin ku çeka hatiye bikaranîn û qalikek a guleyê ne li cihê bûyerê ne. 
 
Di çarçovea lêpirsîna hatiye destpêkirin de cîranên malbatê û xizmên malbata Kaya hatin binçavkirin. Di lêpirsînê de derket holê ku cîranê malbata Kaya M.C. tevî keya û xizmên malbata Kayayê beriya hatine polîsan çûne cihê bûyerê û çeka li malê veşartine. Piştî dîtina çeka winda, M.C. bi sedema “tunekirina delîlan” hate girtin.