Welatiyên li Hatay û Tarsûsê pişgirî dan 'hevdîtinê': Bila dewlet jî gav biavêje

  • rojane
  • 09:13 27 Mijdar 2025
  • |

MERSÎN - Welatiyên Kurd ên li Hatay û Tarsûsê, diyar kirin ku hevdîtina Komîsyona Meclisê ya bi Abdullah Ocalan re erênî dibînin û gotin: "Muxatabê pirsgirêkê Rêbertî ye. Dema ew derket, em ê jî  azad bibin."

Welatiyên Kurd ên ku di salên 1990'î de bi hinceta mercên şer a li Kurdistanê bi darê zorê koçî Hatay û Tarsûsê hatine kirin, piştgirî dan serdana Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê ji bo serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Welatiyan bêbaweriya xwe ya li hemberî dewlet û desthilatê jî anîn ziman. Welatiyê bi navê Hanîfî Tabanci, diyar kir ku her çend dereng be jî çêbûna hevdîtinê erênî dibîne û CHP a ku endam neşand ji bo hevdîtinê, şermezar kir. Tabanci ev tişt got: "Ez dixwazim her kes piştgiriyê bide Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku rêzdar Abdullah Ocalan daye destpêkirin. Ev aştî ji bo hemû Kurd, Tirk û baweriyên cûda fersendeke dîrokî ye. Tevgera Azadiyê, PKK'ê xwe fesix kir. Çekên xwe şewitandin, ji sînorên Tirkiyeyê vekişiya. Ev gavên girîng in. Divê dewlet jî li hemberî vê gavê biavêje da ku biratî û wekhevî pêk were. Ji bo vê yekê divê verastkirinên qanûnî bên kirin."
 
'NAVEROKA HEVDÎTINÊ BILA WERE AŞKERAKIRIN'
 
Tabanci xwest naveroka hevdîtina Îmraliyê bi gel re were parvekirin û wiha pê de çû: "Bila her tişt şefaf be. Çi hat axaftin, bila gelê Tirkiyeyê hîn bibe, tu tişt veşartî nemîne. Heke dewlet û hikumet bi awayekî şefaf pêvajoyê vebêje û dilsoz be, gel ji aştiyê re amade ye. Em jî meraqa naveroka hevdîtinê dikin. Bila dewlet naveroka hevdîtinê bi gel re parve bike. Dema vê yêk dike jî divê ne mijûlkirin ne jî xapandin hebe. Ez aşkerakirina tiştên hatine axaftin bi awayekî şefaf û demokratîk erênî dibînim."
 
'DIVÊ VERASTKIRINA DESTÛRA BINGEHÎN WERE KIRIN'
 
Tabanci bal kişand ser gavên ku divê ji bo pêşveçûna pêvajoyê bên avêtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê bi hezaran girtiyên siyasî yên li girtîgehan azad bin. Dîsa bi deh hezaran welatiyên me ji ber sedemên siyasî koçî Ewropayê kirin. Ji bo vegera wan divê gav bên avêtin. Girtiyên 30 salî ku tehliyeya wan tê astengkirin, divê tavilê bên berdan. Ji bo gerîla siyaseta demokratîk bikin divê verastkirinên destûra bingehîn bên bên kirin. Divê ev gav bêyî tu hincetan bên avêtin ku em jî bawer bikin dewlet di gavên xwe de dilsoz e."
 
'BILA ME NEXAPÎNIN'
 
Kezban Çobanliyê diyar kir ku ew ji bo gelê Kurd û hemû gelan aştiyê dixwazin got: "Em piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê. Êdî bila aştî çêbibe, mirin çênebe. Ez hevdîtina komîsyonê ya bi Rêbertiya me re erênî dibînim. Lêbelê divê ev ne tenê 3 kes bin û hevdîtin zêdetir bin. Muxatabê pirsgirêkê Rêbertî ye. Dema ew derket, em ê jî azad bibin. Heke di hevdîtinên tên kirin de me nexapînin, ez erênî pêşwazî dikim."
 
Mecbûre Îldîzê jî diyar kir ku ev aştî wê xwişk û biratiya Kurd û Tirkan xurt bike û got: "Pêvajo divê şefaf be. Hevdîtinên tên kirin divê ji her kesî re vekirî bin."
 
'CHP'Ê ŞAŞÎ KIR'
 
Abdullah Denîz got: "CHP ji bo berjewendiyên xwe xwedî li Kurdan dernakeve. Tenê dibêje bila deng bidin min."
 
Salîh Saygi jî wiha axivî: "Heta ku derê dê mirin çêbibin, êdî bes e ji mirinan re. Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, ne gelê Tirkiyeyê ne jî em dikarin baş bibin. Her du alî jî zirarê dibînin. Ez vê rewşa CHP'ê jî şermezar dikim. A ku ji bo pêvajoyê divê berpirsiyariyê li xwe bigir CHP ye. Muxatabê çareseriya vê pirsgirêkê Rêbertî ye."
 
'BILA DEWLET JÎ GAV BIAVÊJE DA KU GEL BAWER BIKE'
 
Bekîr Akelma diyar kir ku hevdîtin dê pêvajoyê pêşve bibe û got: "Aştî bi gavên ewle û bi bicihanîna sozên hatine dayîn pêk tê. Bila dewlet jî gav bavêje da ku gel bawer bike."
 
Haci Bozat ev tişt anî ziman: "Rêbertî her tiştê Kurdan e. Ji bo pêvajoyê hevdîtina bi wî re girîng e. Şer tê wateya mirina mirovan, tê wateya qetlîamê. Li ser gelê Kurd jî qetlîam hatin kirin. Em dixwazin ji niha û pê ve aştî çêbibe. Rêbertî aştiyê dixwaze, êdî dixwaze ev şerê qirêj bi dawî bibe. Heke dewlet aştiyê bixwaze, divê dawî li vî şerê qirêj bîne da ku em bawer bikin. A ras, baweriya me ewqas bi dewletê tune ye. Lewra di Osmaniyan de lîstik naqedin. Her tim şer dixwazin. Divê gelê me di vê pêvajoyê de tevdîrê ji dest bernede."
 
'MUXATAB ÎMRALI YE'
 
Barzan Poyraz bal kişand ser gavên Tevgera Azadiya Kurd û got: "Ev gav ji bo Tirkiyeyê peyameke aşkera ne, lê ji aliyê dewletê hêj bersiv nehatiye."
 
Poyraz destnîşan kir ku ji aliyê dewletê ve gaveke şênber nehatiye avêtin û wiha axivî: "Îro heta aliyên şerker rûnenin û neaxivin, ev pirsgirêk çareser nabe. Muxatab rêzdar Ocalan e."
 
Poyraz, neçûna CHP'ê ya Îmraliyê rexne kir, piştgiriya DEM Partiyê ya di hilbijartinan de daye CHP'ê bi bîr xist û wiha pê de çû: "CHP îro li gelek cihan bi dengên DEM Partiyê şaredariyan bi rê ve dibe. Tevî vê yekê, nayê qebûlkirin ku pêşiya çareseriyê bigire. Ev helwest li hemberî me îxanetek e. Em baweriya xwe bi kesî naynin, em baweriya xwe bi gelê xwe û têkoşîna xwe tînin."
 
'BILA GAVA HIQÛQÎ WERE AVÊTIN'
 
Hidir Sîmlî jî destnîşan kir ku di polîtîkayên înkar û tunekirinê yên ji damezrandina Komarê ve tên meşandin de CHP'ê roleke diyarker lîstiye û got: "Di vî welatî de gelan dikaribû bi hev re, di nava aştiyê de bijîn; lê CHP'ê ji bo berjewendiyên xwe ev gav neavêt. Ji sala 2019'an ve me ji bo pêşeroja gelan piştgirî da wan. Piştgiriya ku li gelek cihan CHP kir partiya yekem ev piştgirî ye. Ev piştgirî ji bo siyaseta demokratîk bibe şirîkê çareseriya pirsgirêkê, hatiye dayîn. Endamên DEM Partî, AKP û MHP'ê çûn Îmraliyê. Hêvîdar im piştî vê gava hiqûqî jî were avêtin. Mekanîzmayên ji bo çareseriyê hewce ne divê bên xebitandin."
 
MA / Mehmet Guleş - Hamdullah Yagiz Kesen