Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir

  • rojane
  • 09:29 12 Hezîran 2025
  • |
img

STENBOL - Serlêdanên ji bo 32’yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad dest pê kir. 

Serlêdanên ji bo “Pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad” ku her sal ji bo bîranîna rojnameger-nivîskar Mûsa Anter (Apê Mûsa) û xebatkarên Çapemeniya Azad ên dema li ser peywira xwe jiyana xwe ji dest dan tê lidarxistin, dest pê kir. Pêşbirk, ji hêla Rojnameya Yenî Yaşamê ve tê lidarxistin û îsal dê ya 32’yemîn bê lidarxistin. 
 
Pêşbirk, di beşên “Nûçeyên Kurdî”, “Nûçeyên Tirkî”, “Vîdeo û nûçeyên bidîmen”, “Wêne (Wênenûçe)”, “Karîkatûr” û “Rojnamegeriya jinê” de tê lidarxistin. Her beşdar dikare tenê di beşekê de û bi berhemekê beşdarî pêşbirkê bibe. 
 
Roja dawî ya serlêdanê weke 10’ê Îlona 2025’an hate aşkerakirin. Berhemên hatine hilbijartin dê di 18’ê Îlonê de bên aşkerakirin. Xelat jî dê di dîrokeke ku rojnameyê aşkerakirî de bi torenê bên dayin. 
 
ŞERTÊN TEVLIBÛNÊ 
 
Şertên ji bo tevlibûnê hatine diyarkirin ev in: 
 
* Li gorî şertên şertnameya teknîkî ya pêşbirkê hatiye diyarkirin, her kesên van şertan pêk bînin dikarin tev li pêşbirkê bibin.
 
* Tenê endamên desteya hilbijêr (sala ku jurî ye) û xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê nikarin beşdarî pêşbirkê bibin.
 
* Divê berhem berê nehatibe weşandin yanî bi beşdar bi berhemê beşdarî pêşbirkek nebibe û divê piştî 10’ê îlona 2025’an hatibe weşandin.
 
* Beşdar dikarin bi berhemên xwe yên di demên berê de û di pêşbirkên bi vê pêşbirkê re hemwext hatine lidarxistin de xelat wernegirtî, mansiyon û pêşandana wê nehatiye kirin serlêdanê bikin. 
 
* Heke ku berhemek wiha derkeve dê derbarê beşdar de kar û barê binpêkirinê were sepandin. Xelata ku werbigire dê were betalkirin. Heke beşdar xelat wergirtibe, divê li desteya pêşbirkê vegerîne. Heke beşdarek berhemek ku bişîne û berhem ne aydî wê/wî be û mudaxileyek û xapandinek li ber endamên jurî bike dê der barê beşdar de kar û barê binpêkirinê bê sepandin.
 
* Her beşdarên ku berhem bişîne pêşbirkê divê her şertên di şertnameyê de qebûl bike. Heke beşdarên ku li gorî van şertan tevnegerin dê li derveyî pêşbirkê bê hiştin.
 
*Heke berhem nehatibe weşandin navê berhem, cihê lê girtiye ango cihê lê xêz kiriye û dîroka wê binivisîne, heke berhem hatibe weşandin divê navê wê rojname, kovar, ajans, malpera înternetê, TV û agahiyên dîroka weşandinê û kopyek weşandinê di dosyeyê de cih bigire.
 
* Beşdarvan divê raborî (biyografî), navnîşana xwe (telefon) û nivîsa agahiyên derbarê berhemê de û wêneyekî xwe li dosyeya serlêdanê zêde bikin.
 
*Berhemên hatine şandin dê li xwediyên wan neyên îadekirin û rojname dikare biweşîne. 
 
FORMATÊN ŞANDINÊ 
 
* Beşdar dikarin bi berhemên xwe yên di kategoriyên wek polîtîka, ekonomî, ekolojî, perwerde, tenduristî, civak-jiyan, çand-huner û sporê de beşdarî pêşbirkê bibin.
 
* Heke nûçeya ku wê bişîne pêşbirkê di medya nivîskî de hatibe weşandin divê di formata PDF de bişîne, heke di medya înternetê de hatibe weşandin divê di formata Word de bişînin navnîşana e-mailê ya li jê rê hatiye nivîsandin.
 
*  Vîdeo û nûçeyên bidîmen jî divê bi rêya wetransferê bên şandin. Hewceye lînka nûçeyên li ser medyaya înternetê hatine weşandin jî bên şandin. 
 
BEŞA WÊNE 
 
Di quncika çepê ya jêrîn a aliyên piştê yên xebatên pêşkêşî pêşbirkê hatine kirin de wê nav û paşnavê xwediyê berhemê û navê xebatê bi etîketekê bê nivîsandin. Dema kişandina wêneyî, divê bi cih û navê nûçeyê bê diyarkirin. Di beşa wênekêşiyê de divê rehendê berheman, aliyê kurt herî kêm 2000 pîksel, di formata JPG’ê de di 300DPİ mp û di kalîteya tengkirina 12’yan de bê pêşkeşkirin. Heke desteya hilbijêr pêwîst bibîne dikare daxwaza wêneyê orjînal (Raw) bike. Wêneyên ku li ser hatine leyîstin û bi awayekî ku rastiya wî hatibe guhertin (ji bilî ronahî, reng, eyarên kontrastê) dê neyên nirxandin. Wêne di formata JPG’ê de dikarin ji navnîşana e maîla li jêr hatiye diyarkirin re bên şandin. Divê wêne “wêneyên nûçeyan” bin.  
 
BEŞA KARÎKATURÊ 
 
Navên berhemên ji pêşbirkê re hatine şandin, wê li quncika çepê ya jêrîn a li pişt berhemê bi etîketekê bên nivîsandin. Xêzkar di teknîka ku bi kar tîne de serbest e. Lê divê berhem orjînal bin. Berhemên çapkirî yên dîjîtal, bi şertê ku bi îmzeya hunermend (îmzeya şil) bin tên qebûlkirin. Pîvanên karîkaturê divê herî kêm A4 (21 cm × 29,7 cm) û herî zêde A3 (29,7 cm x 42 cm) be û divê bi tu zemînan ve neyê kirin. Karîkatur dikarin bi formata JPG ji navnîşana e-mailê ya li jêrê hatiye diyarkirin re bên şandin.
 
ENDAMÊN JURIYÊ 
 
Juriya Nûçeyên Kurdî: Sîma Birokê, Munevver Karademîr, Îdrîs Kara, Bişar Durgut û Ramazan Olçen.
 
Juriya Nûçeyên Tirkî û Nûçeyên bi Dîmen û Vîdeoyê: Farûk Bîldîrîcî, Alî Dûran Topûz, Banû Guven, Candan Yildiz, Nezahan Dogan û Mehmet Alî Çelebî.   
 
Juriya Nûçegihaniya Jinan: Arjîn Dîlek Oncel, Derya Ceylan, Elîf Ekîn Saltik, Gulfem Karataş û Bîrcan Degîrmencî. 
 
Juriya Wêneyan: Ramazan Ozturk, Oznûr Deger, Salih Yeşîl, Ozcan Yaman û Mûrat Baykara. 
 
Juriya Karîkaturan: Kemal Gokhan Gurses, Erceren, Asli Alpar û Ronî Batte. 
 
NAVNÎŞANÊN SERLÊDANÊ 
 
Navnîşanên ku dê berhem jê re bên şandin: 
 
* e-posta: apemusaozgurbasin@gmail.com
 
* Telefon: 0 212 252 83 99 Fax: 0 212 252 83 90
 
* Navnîşan: Taxa Şehîd Muxtar Kolana Bekar No: 7/3 Beyoglû/Stenbol