AMED - Çar rojnamegerên jin ji ber tundiya di dema şopandina nûçeyan de li wan hatibû kirin, giliyê polîsan kiribûn. Ji bo giliyê rojnamegeran, biryara neşopandinê hat dayin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo serlêdanên sûc ên 4 rojnamegerên jin ku dema nûçe dişopandin polîsan tundî lê kiribûn, biryara neşopandinê da. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Heval Onkol û Ceylan Şahînlî, dema meşa azadiyê ya di 13’ê Cotmeha 2024’an li Amedê dihat lidarxistin dişopandin, rastî tundiya polîsan hatin. Her du rojnamegeran, ji ber “gefxwarin” û “sivik birîndarkirinê” der heqê polîsan de li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serlêdana sûc kirin.
DOZGERÎ DÎMEN WEKE DELÎL QEBÛL NEKIR
Dozgeriyê, ji bo serlêdana sûc a ji hêla parêzer Resûl Tamur ve hatibû kirin, biryara “neşopandinê” da.
Tevî dîmenên kêliya tundiyê jî dozgeriyê îdia kir ku têkildarî êrişa polîsan tu delîlên şênber nehatiye bidestxistin. Dozgeriyê îdia kir ku polîsan “Ji bo îdarekirin û pêşîlêgirtina tevliheviyê” mudaxileyî girseyê kirine.
Dozgeriyê, tevî dîmenan jî bi îdiaya “delîl kêm in” ji bo serlêdana sûc biryara “neşopandinê” da.
XETA AYDÊ KESÊN BIYANÎ HATIYE BIKARANÎN
Rojnameger Dîlan Kartal jî tevî ku qerta xwe ya çapemeniyê nîşan da jî di Newroza Amedê ya di 21’ê Adarê de bi îdiaya alaya di destê wê de GBT’a wê hatibû kirin û li ser wê lêgerîn hatibû kirin. Piştre jî polîsan di bin navê “sihbetê” de gef lê xwarin. Dîlan Kartalê, bi rêya parêzerê xwe Resûl Tamûr li Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi sedemên “gefxwarin” û “peywira xwe nebaş bi kar anîne” serlêdana sûc kir.
Dozgeriyê ji bo daxwaza lêpirsînê bersiva neyînî da û îdia kir ku dîmenên kêliya pêşiya Dîlan Kartalê tê girtin bêqelîte ne, rûyê kesên di dîmen de xuya nakin. Her wiha hate îdiakirin ku hejmara li Dîlan Kartalê geriyayî ne ya polîsan lê ya kesekî biyanî ye. Dozgeriyê ji bo gefên li Dîlan Kartalê hatine xwarin, îdiaya “nayên wateya zirardayineke fîzîkî yan jî xerabiyekê.” Her wiha dozgeriyê îdia kir ku dîmenên kêliya GBT tê kirin û bi darê zorê girtek pê didin îmzekirin jî nînin. Dozgeriyê, biryara “hewcehî bi şopandinê nîne” da.
Rojnameger Medîne Mamedoglû jî di 4’ê Kanûna 2024’an di çalakiya protestokirina êrişên Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de rastî êrişa fîzîkî ya polîsan hat. Parêzerê wê, Resûl Tamur bi sedema “peywira xwe nebaş bi kar anîne” û “birîndarkirina sivik” serlêdana sûc kir.
Dozgeriyê îdia kir ku tu delîlên mudaxilekirin û derbkirinê nînin û bi vê îdiayê biryara “hewcehî bi şopandinê nîne” da.
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel