ROJEVA 11’Ê GULANA 2025’AN

  • rojane
  • 09:00 11 Gulan 2025
  • |
img
* Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan diyar kir ku tevî pêvajoya heyî jî tecrîda li ser Abdullah Ocalan didome û got: “Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin û mafê hêviyê bê cîbicîkirin.” 
 
*  Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbahar diyar kir ku divê rêveberiyên herêmî û rewşenbîr di mijara zindîkirina Kurdî de wêrektir bin û got: “Heke aştiyek bê vî welatî, ji ewil divê bi Kurdî re bê kirin.” 
 
* Delegasyona jinan a ku di Înîsiyatîfa Yekitiyê ya li Amedê hatibû ragihandin de cih digire, diyar kir ku dê înîsiyatîfa wan têkildarî pêvajoyê û statuya gelê Kurd sûdewer be. 
 
* Koordînatora Hiqûqê ya Tirkiyeyê ya UCÎM’ê Candan Tekîn ku doza duyemîn a têkildarî cînayeta Narîn Guranê dişopîne, diyar kir ku her 15 bersûc jî îfadeyên nakok didin û got: “Soza bêdengiyê didome.” 
 
* Hasan Aşa yek ji girtiyên nexweşiya wan giran e. Tehliyeya Aşa hem bi biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hem jî bi dozên li pey hev der heqê wî de tên vekirin her tim tên taloqkirin. 
 
* Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan diyar kir ku banga Abdullah Ocalan li dijî şerê li Rojhilata Navîn, hêviyek e. 
 
* Şîna Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder a li Semsûrê dê di roja 3’yemîn de bidome. (10.00-17.00)
 
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê dê li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya li Baroya Rihayê komxebata ziman li dar bixe. (10.00-17.00)
 
* Înîsiyatîfa Yekitiyê ku duh li Amedê hate ragihandin, dê bi beşdariya Hevserokên Giştî yên DBP’ê û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, li Navenda Kongreyan a Çand Amedê deklarasyona xwe ragihîne. (11.00) ZINDÎ