Sekreterê ÎKK’a Boluyê ya TMMOB’ê: Wezaret nikare xwe ji berpirsyartiyê xelas bike

  • rojane
  • 11:29 24 Çile 2025
  • |

BOLU - Sekreterê ÎKK’a Boluyê yê TMMOB’ê Erol Perçîn bal kişand ser şewata li Kartalkayayê ku 78 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û wiha got: “Wezaret nikare xwe ji berpirsyartiya venihêrtinê xelas bike.” 

Li gorî daneyên fermî, di şewata 21’ê Çileyê ya li Hotêla Grand Kartalê ya li Kartalkaya ya Boluyê de 78 kesan jiyana xwe ji dest dan. Kesên xwe ji karesatê xelas kirin gotin ku pergala hişyariyê ya hotêlê nexebitiye û pergala avreşandinê jî tune bû. Di lêkolînên destpêkê de hate tespîtkirin ku derenceyên şewatê yên hotêlê jî tune ne. Nîqaşên têkildarî berpirsyartiyê yên di navbera Şaredariya Boluyê û Wezareta Çand û Turîzmê de jî didomin. 
 
Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar a Boluyê ya Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) Erol Perçîn, diyar kir ku li gorî daneyên ber dest îşaret hene ku şewat li mitbaxê derketiye û ev tişt anî ziman: “Gelek tiştên ku li mitbaxê rê li ber şewateke wiha vekin hene. Dibe ku ji ber frîtoz, fîltreyên di hundirê dawlîmbazê de an jî ji bixêrikê derketibe. Divê ekîpmanên wiha her tim bên kontrolkirin.” 
 
'TEVDÎREKE BI TENA SERÊ XWE TÊR NAKE’
 
Perçîn, destnîşan kir ku li dijî şewatan tevdîrên ewlehiyên bi tena serê xwe tên girtin têr nakin û wiha domand: “Her wiha divê xebatkarên hotêlê jî bên perwerdekirin û belgeyên wan hebin. Îfadeyên çendek şahidan hene. Dibêjin ku şewat berê de derketiye û hinek personelan heta demekê hewl dane vemirînin. Bêguman ev îfadeyên şahidan in, dema rapora fermî derket em ê teqez bikin. Weke TMMOB’ê em jî dê rapora xwe amade bikin û pêvajoyê bişopînin.” 
 
'WEZARET NIKARE XWE JI BERPIRSYARTIYÊ XELAS BIKE’ 
 
Perçîn, rêbazên venihêrtinê rexne kir û axaftina xwe wiha qedand: “Tora venihêrtinê veguherandine piyasayê. Zanîngeh û saziyên pîşeyî di pêvajoyê de çalak nînin. Em dixwazin feraseteke cemaweriyê cîbicî bibe. Em di asta saziyên cemaweriyê de ne. Lewma bo me ji ewil qada cemaweriyê esas e. Li vir di mijara venihêrînê de bêcidiyeteke mezin heye. Her wiha çavsoriya sermayeyê ya ji bo qezencê heye. Hotêleke din a xwediyê vê hotêlê li herêma Golcukê heye. Ji ber ku herêma turîzmê ye, rayeya venihêrînê ya Wezareta Turîzmê ye. Dibe ku saziyên kontrolkirinê cuda bin. Midûriyeta Agirkujiyê dibe ku venihêr be. Vê yekê wezaret diyar dike. Lê wezaret nikare xwe ji berpirsyartiya venihêrtinê xelas bike.”