SÊRT - Şîmel Çam ku keça girtiyê nexweş mehmet Emîn Çam e, diyar kir ku berdana bişert a bavê wê dê di sala 2028’an de be û got: “Em dixwazin bavê min tavilê bê berdan. Demarên mejiyê wî xitimî ne û tumor mezin bûye. Dibe ku di carekê de xwîn biçe ser mejiyê wî.”
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam 73 li Girtîgeha Tîpa T a Qûbîn a Êlihê tê ragirtin. Çam, di lîsteya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a girtiyên nexweş de cih digire. Ji bo tehliyeya Çam gelek serlêdan hatin kirin lê tevek jî bêencam man. Malbata Çam, ji ber jiyana wî di nava fikaran de ye. Şîmel Çam ku herî dawî di 20’ê Çileyê de çû serdana bavê xwe, got ku bavê wê nikare bi tena serê xw e sexbêra xwe bike.
DU CARAN JI MIRINÊ FILITÎ
Şîmel Çam, diyar kir ku gelek nexweşiyên bavê wê hene û bertek nîşanî neberdana wî kir. Şîmel Çam, wiha got: “Dema ez çûyîm girtîgehê, du hevalên wî ketibûn bin çengên wî û wisa di anîn. Ji hal ketibû. Jibîrve diçû. Hema hema qet nabihîse. Hevdîtin 40 deqe ne lê em 10 deqeyan axivîn. Demarên di mejiyê wî de xitimî ne û tumor mezin bûne. Dibe ku jinişka ve xwîn biçe ser mejiyê wî an jî krîzê derbas bike. Heta niha du caran ji mirinê filitî ye. Em naxwazin darbesta bavê min ji girtîgehê derkeve. Em dixwazin her kes di vê mijarê de bihestiyar tevbigere.”
DI DEMA MUAYENEYÊ DE KELEMÇE TÊ FERZKIRIN
Bi domdarî Şîmel Çam ev tişt anî ziman: “Mimkin nîne li girtîgehê tedawî bibe. Dema min jê pirsîn bê ka çima tedawî nebûye, ji min re got, ‘Destê min kelemçekirî bûn û di çawişên pispor bi min re bûn. Di şert û mercên nebaş de xwestin min tedawî bikin.’ Em çûn cihê ku dema beriya niha krîza dil derbas kirî lê hatibû ragirtin. Em 4 rojan li ber derî sekinînin. Me nedît ku tenê hemşîreyek ketibe hundir. Me ew nedît. Li gel ku wê demê krîza dil derbas kiribû jî destên wî kelemçe kirin û wisa tedawî kirin. Dê di sala 2028’an de bikare ji tehliyeya bişert sûd bigire. Lê divê bavê min li derve bê tedawîkirin. Ji ber temen û nexweşiyên xwe dibe ku nekare bigihije wan rojan. Bi sedan girtiyên di rewşa bavê min de hene. Divê êdî vê bêwijdaniyê bi dawî bikin.”