Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin

  • rojane
  • 16:00 17 Nîsan 2024
  • |
img
 
WAN - Hat zanîn ku Qeyûmê Şaredariya Rêya Armûşê 2 roj berî hilbijartinê, hemû qeydên kamerayan dane jêkirin. 
 
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê de Partiya Wekhêvî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Şaredariya Rêya Armûşê bi dest xist. Derket holê ku qeyûmê Şaredariya Rêya Armûşê 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayên ewlehiyê dane jêkirin. Hat destnîşankirin ku qeyûm hemû dîmenên arşîvê yên şaredariyê jî dane jêkirin. 
 
Hat diyarkirin ku dê hevserokên şaredariyê têkildarî mijarê derberê personelên berpirsyar de lêpirsînê bidin destpêkirin.