Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin

  • rojane
  • 15:52 17 Nîsan 2024
  • |
img
COLEMÊRG - Li gelek herêmên çoltar ku li ser xeta sînorê Herêma Kurdistan û Colemêrgê ne ji bo 5 rojan weke “herêmên ewlehiya taybet” hatin îlankirin. 
 
Walîtiya Colemêrgê ji bo 5 rojan qadên çoltar ên Belqîz, Çiyareşk û Kûştiyan ên li ser sînorê Herêma Kurdistan û Colemêrgê ne weke “herêmên ewlehiyê yên taybet” îlan kirin. Di saetên serê sibê de bi wesayîtên zirxî û helîkopteran leşker sewqî herêmên ku weke herêmên ewlehiyê yên taybet hatin îlankirin hatin kirin.