ROJEVA 26’Ê ADARA 2024’AN

img
* DEM Partî armanc dike ku nêzî hezar hilbijêrên livdar veguhêzîne navçeya Depê ku AKP'ê gelek leşker û polîs veguhastine wê. 
 
* Li bajaroka Dêrgulê leşker êvarî li taxan digerin û li nasnameyên welatiyan mêze dikin. 
 
* Namzetên Hevşaredariyê yê DEM Partiyê yên Bedlîsê Sumeyye Kizilkaya û Mehmet Nezîr Karabaş ku bênavber dixebitin, çareseriyên pirgirêkan yek bi yek rêz kirin û gotin: "Em ê bajêr ji nû ve bi ruh û can bikin."
 
* Rojnameger Memed Drews diyar kir ku PDK ne wekî partiyeke siyasî, wekî partiyeke şîrketê tevdigere û got ku ji bo Tirkiyeyê bi erka cerdevaniyê tevdigere û bi vî awayî dagirkirina Kurdistanê rewa dike. 
 
* Ciwanên Qilebanê diyar kirin ku ew ê vê carê destûr nedin ku vîna wan bê desteserkirin û gotin: "Em vê carê destûr nadin AKP'ê, em ê vê zincîrê bişkînin û bi ser bikevin."  
 
* Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê yên li Sêrtê bi şev û roj didomin. Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinkirinê ya DEM Partiyê Turgut Yurek da zanîn ku jin û ciwan pêşengtiya xebatan dikin û got: “Me di şevekê de li deriyê 2 hezar û 300 malbatan xist.”
 
* DEM Partî dê li gelek bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê bidomîne. (10.00-18.00)
 
* Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan dê li gelek bajaran bidome. (11.00-17.00)
 
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê li Îdirê tev li mitînga hilbijartinê ya partiya xwe bibe. (11.00) ZINDÎ
 
* Nivîskar, hunermend, helbestvan û akademîsyen jî di nav de zêdetirî 500 kes dê li pêşiya Medresa Sor a li Cizîr a Şirnexê helwest xwe ya têkildarî hilbijartinên cihî eşkere bikin. (12.00) ZINDÎ
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar dê îro jî berdewam bike. (16.00)