ROJEVA 26’Ê ADARA 2024’AN 2024-03-26 09:00:31   * DEM Partî armanc dike ku nêzî hezar hilbijêrên livdar veguhêzîne navçeya Depê ku AKP'ê gelek leşker û polîs veguhastine wê.    * Li bajaroka Dêrgulê leşker êvarî li taxan digerin û li nasnameyên welatiyan mêze dikin.    * Namzetên Hevşaredariyê yê DEM Partiyê yên Bedlîsê Sumeyye Kizilkaya û Mehmet Nezîr Karabaş ku bênavber dixebitin, çareseriyên pirgirêkan yek bi yek rêz kirin û gotin: "Em ê bajêr ji nû ve bi ruh û can bikin."   * Rojnameger Memed Drews diyar kir ku PDK ne wekî partiyeke siyasî, wekî partiyeke şîrketê tevdigere û got ku ji bo Tirkiyeyê bi erka cerdevaniyê tevdigere û bi vî awayî dagirkirina Kurdistanê rewa dike.    * Ciwanên Qilebanê diyar kirin ku ew ê vê carê destûr nedin ku vîna wan bê desteserkirin û gotin: "Em vê carê destûr nadin AKP'ê, em ê vê zincîrê bişkînin û bi ser bikevin."     * Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê yên li Sêrtê bi şev û roj didomin. Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinkirinê ya DEM Partiyê Turgut Yurek da zanîn ku jin û ciwan pêşengtiya xebatan dikin û got: “Me di şevekê de li deriyê 2 hezar û 300 malbatan xist.”   * DEM Partî dê li gelek bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê bidomîne. (10.00-18.00)   * Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan dê li gelek bajaran bidome. (11.00-17.00)   * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê li Îdirê tev li mitînga hilbijartinê ya partiya xwe bibe. (11.00) ZINDÎ   * Nivîskar, hunermend, helbestvan û akademîsyen jî di nav de zêdetirî 500 kes dê li pêşiya Medresa Sor a li Cizîr a Şirnexê helwest xwe ya têkildarî hilbijartinên cihî eşkere bikin. (12.00) ZINDÎ   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar dê îro jî berdewam bike. (16.00)