DEM Partî serdana xwendevanên jehrîbûne kir

img
BEDLÎS - Parlamenterê DEM Partiyê Huseyîn Olan serdana xwendavanên wargeha KYK’yê ên ji xwarinê jehrî bûne kir. 
 
Xwendevanên jin ên Zanîngeha Eren a Bedlîsê ku di Saziya Wargehên Krediyan (KYK) de dimînin duh ji ber xwarina şîvê jehrî bûn. Xwendevanên di Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê de hatine dermankirin, taburcî bûn. 
 
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Bedlîsê Huseyîn Olan, Namzetên Hevşaredariyê Sumeyye Kizilkaya û Nezîr Karabaş û şandeya pê re, serdana xwendevanên ji xwarinê jehrî bûne kirin. 
 
‘JI TUNEBÛNA VENÊRÎNÊ PÊK TÊ’
 
Olan da zanîn ku dermankirina 2 xwendevanan berdewam dike û da zanîn ku jehrîbûn ji ber venêrîn nayên kirin û xwarin di şert û mercên xirab de tên çêkirin pêk tên û got: “Desthilat îhaleyên wisa dide alîgirên xwe. Dema alîgir îhaleyan digirin jî venêrîn çênabe.”