DEM Partî serdana xwendevanên jehrîbûne kir 2024-03-25 16:40:34   BEDLÎS - Parlamenterê DEM Partiyê Huseyîn Olan serdana xwendavanên wargeha KYK’yê ên ji xwarinê jehrî bûne kir.    Xwendevanên jin ên Zanîngeha Eren a Bedlîsê ku di Saziya Wargehên Krediyan (KYK) de dimînin duh ji ber xwarina şîvê jehrî bûn. Xwendevanên di Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê de hatine dermankirin, taburcî bûn.    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Bedlîsê Huseyîn Olan, Namzetên Hevşaredariyê Sumeyye Kizilkaya û Nezîr Karabaş û şandeya pê re, serdana xwendevanên ji xwarinê jehrî bûne kirin.    ‘JI TUNEBÛNA VENÊRÎNÊ PÊK TÊ’   Olan da zanîn ku dermankirina 2 xwendevanan berdewam dike û da zanîn ku jehrîbûn ji ber venêrîn nayên kirin û xwarin di şert û mercên xirab de tên çêkirin pêk tên û got: “Desthilat îhaleyên wisa dide alîgirên xwe. Dema alîgir îhaleyan digirin jî venêrîn çênabe.”