Rojnameger Furkan Karabay hate binçavkirin

  • rojane
  • 11:59 7 Kanûn 2023
  • |
img
STENBOL - Edîtorê Gerçek Gundemê Fûrkan Karabay hat binçavkirin.
 
Edîtorê Gerçek Gundemê Fûrkan Karabay ji bo ku îfadeyê îro di danê sibehê de hate binçavkirin. Karûbarên îfadeyê yên Karabay ê birine Edliyeya Stenbolê hêj jî didome. 
 
BASIN-ÎŞ'Ê DAXUYANÎ DA
 
Têkildarî mijarê DÎSK Basin-Îşê li ser hesaba xwe ya medyaya sanal daxuyanî da û got: “Navê Fûrkan Karabay di nûçeyên girîng ên wekî nêlirêtî û îdiayên bertîl ên qada darazê, cînayeta Hablemîtoglû û hwd. de derbas bû. Fûrkay Karabay îro serê sibê di serdagirtina malê de hate binçavkirin. Rojnamegerî ne sûc e. Karabay bila demildest were berdan."