Rojnameger Furkan Karabay hate binçavkirin 2023-12-07 11:59:17   STENBOL - Edîtorê Gerçek Gundemê Fûrkan Karabay hat binçavkirin.   Edîtorê Gerçek Gundemê Fûrkan Karabay ji bo ku îfadeyê îro di danê sibehê de hate binçavkirin. Karûbarên îfadeyê yên Karabay ê birine Edliyeya Stenbolê hêj jî didome.    BASIN-ÎŞ'Ê DAXUYANÎ DA   Têkildarî mijarê DÎSK Basin-Îşê li ser hesaba xwe ya medyaya sanal daxuyanî da û got: “Navê Fûrkan Karabay di nûçeyên girîng ên wekî nêlirêtî û îdiayên bertîl ên qada darazê, cînayeta Hablemîtoglû û hwd. de derbas bû. Fûrkay Karabay îro serê sibê di serdagirtina malê de hate binçavkirin. Rojnamegerî ne sûc e. Karabay bila demildest were berdan."