Ariboga ji girtîgehê derket

  • rojane
  • 20:29 4 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Jiyan Arikboga ya li Girtîgeha Jinan a Amedê girtîbû û bi hinceta ‘poşman’ nebûye du caran tahliyeya wê hatibû taloqkirin, îro hat tahliyekirin. Arikboga li ber girtîgehê got: “Silavên girtiyan hene, banga ji bo mezinkirina berxwedanê heye’.
 
Jiyan Arikboga ya li girtîgeha Jinan a Amedê girtî bû û bi hinceta ‘poşman’ nebûye du caran tahliyeya wê hatibû taloqkirin, îro hat tahliyekirin. 
 
Arikbogayê kesên ku li ber girtehê ew pêşwazî kirin silav kir û axaftinek kurt kir. Arikbogayê bal kişand ser grevên birçîbûnê û got: “Moralê girtiyan bilind e. Peyama wan ji bo gel heye. Banga mezinkirina têkoşînê dikin.”