Xebatên lêgerînê yên ji bo zaroka 15 salî di roja 5’an de didomin

  • rojane
  • 15:45 1 Kanûn 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Xebatên lêgerînê yên ji bo zaroka 15 salî ku tê îdiakirin xwe avêtiye Çemê Dîcleyê berdewam in. Li hêla din tedawiya zaroka din a hatibû xelaskirin berdewam dike. 
 
Hat îdiakirin ku di 27’ê mijdarê de du xwişkan li navçeya Cizîr a Şirnexê ji bo întîharê xwe avêtin Çemê Dîcleyê. Ji zarokan Z.Ç. a 14 salî ji hêla masîvanên li derdorê ve hate rizgarkirin. Lê zaroka 15 salî Z.Ç. di demekî kin de li ber avê ket û winda bû. 
 
Tedawiya Z.Ç. a 14 salî ya li nexweşxaneyê berdewam dike û hat zanîn ku rewşa wê ber bi başiyê ve diçe. 
 
Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina zaroka 15 salî jî li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên domandin.