Li Bedlisê bi ser gundan de hate girtin

  • rojane
  • 10:22 28 Mijdar 2023
  • |
img
BEDLÎS - Li gundên girêdayî Xîzan û Tetwanê bi ser gelek malan de hate girtin û gelek welatî hatin binçavkirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê de îro li gundên navçeyên Xîzan û Tetwanê leşker û polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Hat zanîn ku di serdegirtinên gundê Gulpik ê Xizanê de 15 kes, li gundê Peyandes ê Tetwanê jî ji heman malbatê 4 kes hatine binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn. 
 
Hat diyarkirin ku ji bo dosyayê biryara nepeniyê hatiye dayîn û serdegirtinên malan hêj didomin.