ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 28 Mijdar 2023
  • |
img
 
* Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alaparslan diyar kir ku dê bi kongreya nû re xeteke têkoşînê ya nû ava bikin û ji bo vê banga tevlibûnê kir. 
 
* Lijneya Îdare û Çavdêriyê tevî biryara 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Manavgatê jî berdana girtî Selîm Uldeş bi hinceta "rewşa nebaş" asteng dike. 
 
* Me dîmenên Daristana Akbelenê girtin ku bê li vir qada sîtê û darên zeytûnan çawa bi makîneyên karî hatine qirkirin.
 
* Ji ber avahiyên fermî û wîllayên li derdora Gola Wanê tên çêkirin, xwegihandina golê pir zehmet bûye. Hat diyarkirin ku tebê li navçeya Tûşbayê 552 avahiyên li dijî îmarê hatine avakirin. 
 
* Danişîna Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)
 
* Hiqûqnas dê bi boneya salvegera qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ji pêşiya Edliyeya Amedê heta Mînareya Çarling bimeşin. Dê li gelek bajaran jî daxuyanî bên dayîn. (10.15-13.45) ZINDÎ
  
* Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê dê têkildarî zext û binçavkirinan li Bûroya Pêwendiyan a Amedê ya Navenda Giştî ya DBP’ê daxuyaniyê bide. (11.45) ZINDÎ
 
* Komîsyona Diyarkirina Namzetan a HEDEP’a Wanê dê têkildarî hilbijartinên rêveberiyên herêmî û serlêdanên bernamzetan li avahiya partiyê daxuyaniyê bide. (13.00)
 
* Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari piştî serdana gorên Ugur Kaymaz û bavê wî, dê li pêşiya avahiya partiyê bi gel re bicive. (13.00-17.00) ZINDÎ
 
* Hewldana ji bo Roboskê Edalet dê têkildarî Komkujiya Roboskê li pêşiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyaniyê bide. (13.30)
 
* Baroya Amedê û Weqfa Tahir Elçî dê bi boneya salvegera qetilkirina Tahir Elçî, li hotêleke Peyasê bi sernavê “Necezakirin û mafên mirovan” panelekê li dar bixin. (15.00)
 
* Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo dê li Navenda Çandê ya Kozyatagi ya li Kadikoyê bê vekirin. (19.00)