Kilinç piştî 30 salan ji girtîgehê derket

  • rojane
  • 17:58 27 Mijdar 2023
  • |
img
 
 
DÎLOK - Selahattîn Kilinç ku di sala 1993'yan de hatibû girtin, piştî 30 salan ji girtîgehê derket. 
 
Selahattîn Kilinç (43) ku di 27'ê Mijdara 1993'yan de li Êlihê hatibû girtin û Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) a Amedê bi hincetên siyasî cezayê muebedê lê birîbû, piştî 30 salan ji Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê derket. Kilinç ku di 23 saliya xwe de hat girtin, bi dorê li Êlih, Dîlok, Mêrdîn, Karaman, Midyad, Çewlig, Wan, Erzirom û Samsûnê di girtîgehê de ma. Kilinç herî dawî ji Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê tehliye bû.
 
Malbata Kilinç û rêveberên rêxistina HEDEP a Amedê û gelek nas û dost Kilinç li ber girtîgehê pêşwazî kirin. Kilinç bi kulîlkan û tilîliyan hat pêşwazîkirin. 
 
Kilinç dê ji bo tedawîkirina fitiqa pê re biçe Mêrsînê û paşê ji wir jî biçe warê xwe Qoser a Mêrdînê.