Li Cizîrê zarokekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 14:22 27 Mijdar 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Hat îdiakirin ku du zarokên xwişkên hev ji bo xwekuştinê xwe avêtin Çemê Dîcleyê. Ji zarokan yek jê hate xelaskirin û ya din jî li ber avê ket û winda bû.
 
Hat îdiakirin ku xwişkên bi navên Z.Ç. a 16 salî û Z.Ç. a 17 salî îro di danê sibehê de ji bo xwe bikujin li Parka Melayê Cizîrî ya navçeya Cizîr a Şirnexê xwe avêtin Çemê Dîcleyê. Welatiyên ku bi rewşê hesiyan, bang li tîmên tenduristiyê kirin. 
 
Welatiyan, zaroka 16 salî Z.Ç. ji çem xelas kirin lê xwişka wê ber çemî ket û winda bû. Piştî mudaxileya yekem a ji hêla welatiyan ve, zaroka ji avê hatiye derxistin birin nexweşxaneyê. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Z.Ç. a 17 salî didomin.