Serokatiya Veguherandina Bajar hate avakirin

  • rojane
  • 09:49 16 Cotmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi îmzeya serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re Serokatiya Veguherandina Bajar hate avakirin. 

Serokatiya Veguherandina Bajar a di bin sîwana Wezareta Hawirdor Bajarvanî û Guherîna Avhewayê de hate damezirandin. Biryar, bi îmzeya serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hate weşandin.
 

Di biryarnameya hatiye weşandin de armanca ji vê serokatiyê wiha hatiye vegotin: “Dê li qadên di bin xetereya karesatê de û erse û zeviyên li derveyî van qadan lê xetere li ser heye sepanên veguherandina bajar bimeşîne.”

 
Serokatî dê ji 3 midûriyetên giştî, 7 serokatiyên daîreyan, muşawirtiya hiqûqê û mişawirtiya têkiliyên bi gel re pêk tê.