ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 16 Cotmeh 2023
  • |
img
* Rojnamevanên girtî Dîcle Muftuoglû, Sedat Yilmaz, Abdurrahman Gok, Mehmet Şah Orûç û Firat Can Arslan ji ber xebatên xwe yên pîşeyî ango rojnamevaniyê girtî tên darizandin. Danişînên dozên rojnamevanan wê di rojên cuda yên dema pêşiya me de bên lidarxistin. 
 
* Rêveberê MED-DER'ê Mazhar Aktaş têkildarî serlêdanên kargehên zimanê kurdî yên serdema nû bang li Amediyan kir beşdarî dersan bibin û got: "Deriyê me ji bo her kesî vekirî ye."
 
* Rûniştina yekemîn a 37'emîn danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. (10.00) 
 
* DÎSK wê bi daxwaza "di bacê de edalet" dê li navenda xwe ya giştî ya li Beşîktaşa Stenbolê daxuyanî bide. (13.00)