Şaxa SES'ê ya Rihayê rêveberiya xwe ya nû bijart

  • rojane
  • 18:32 15 Cotmeh 2023
  • |
img
RIHA - Şaxa SES'ê ya Rihayê kongreya xwe ya 11'emîn li dar xist û rêveberiya nû bijart. 
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmeta Civakî (SES) a Rihayê kongreya xwe ya 11'emîn li dar xist. Kongre bi dirûşma "Ji bo tenduristiya gelan ji tecrîd û şer ra na" li Eywana Konferansê ya Baroya Rihayê hat lidarxistin. Kedkarên tenduristiyê, nûnerên partiyên siyasî û Platforma Ked û Demokrasiyê beşdarî kongreyê bûn. Pankartên  “Ji şer re na", "Nexweşiya herî mezin bindestiya civakê ye", “Jin jiyan azadî" û "OHAL û KHK wê biçin û em ê bimînin" û wêneyên qurbaniyên Komkujiya li Gara Enqereyê pêk hatibû li eywanê hatin daliqandin.
 
Kongreyê bi rêzigirtinê û hilbijartina dîwanê dest pê kir. Sînevziyonek li ser xebat û têkoşîna SES'ê hat nîşandan. 
 
LI DIJÎ TECRÎDÊ NERAZÎBÛN
 
Hevseroka Şaxa SES'a Rihayê Eylem Salar axivî û bal kişand ser dijminatiya li kurdan tê kirin û got desthilatdariya AKP-MHP'ê dijminatî û neheqiyê ji xwe re wek mafekî dibîne. Salar anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin li her qadên jiyanê xwe dide nîşandan û divê têkoşîn were mezinkirin û her kes bi berpirsiyar xwe rabe. Salar xwest mafê zimanê dayikê yê li qada tenduristiyê bê qebûlkirin û rê li ber tundiya di qada tenduristiyê de bê girtin. 
 
Hevserokê Şaxa SES'a Rihayê Salîh Karataş jî bal kişand ser pirsgirêka kurd û destnîşan kir ku çavkaniya hemû krîzan tecrîd û pirsgirêka kurd e û xwest dawî li tecrîdê bê anîn. 
 
RÊVEBERIYA NÛ
 
Piştî xwendina raporên xebat û kontrolê hilbijartin pêk hat. Ji bo rêveberiya nû ya Şaxa SES'ê Fîgen Saat, Ferhat Demîr, Ahmet Dogan, Mûrat Ûçar, Muzlum Baz, Salîh Tekînalp û Hazal Balim hatin hilbijartin.