Kesên tev li kongreyê bûne: Ev coş wê têkoşînê pêş bixe

  • rojane
  • 12:58 15 Cotmeh 2023
  • |
img

ENQERE - Di kongreya Partiya Çepên Kesk de coşeke mezin heye û kesên tev li kongreyê bûn balê kişandin ser têkoşînê û ev peyam dan: "Ev coş dê têkoşînê pêş bixe." 

 
Partiya Çepên Kesk 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî li Eywana Werzîşê ya Enqereyê li dar dixe. Ji her çar aliyê Kurdistan û li Tirkiyeyê hezaran kes tev li kongreya bi dirûşma “Ji bo azadiyê” tê lidarxistin bûn. Eywana werzîşê bi temamî tije bû û kesên mane derve jî kongreyê ji ekranên mezin ên li derve hatine bicihkirin dişopînin. 
 
‘TEVGERA GEL WIHA DIBE’
 
Welatiyê bi navê Malîk Yavûz ê coşa kongreyê di hundirê eywanê de dijî, destnîşan kir ku ew ji navçeya Hopa ya Artvînê hatiye. Yavûz da zanîn ku ew di rê de rastî gelek astengiyan hatine û got: “Tevgera gel wiha dibe. Eywana herî biçûk a Enqereyê dan me lê belê em li dijî hemû astengiyan hatin. Divê em di dema pêş de xeta têkoşînê bi piştevanî û baş organîzebûnê berfirehtir bikin. Bimin divê em têkoşînê bêhtir bipergalî bidin meşandin.”
 
Hamîşe Demîrkiran a ji Mêrdînê hatiye jî ev tişt anî ziman: “Eywaneke biçûk dane me lê em li derva ne. Vê yekê bi zanebûn li me dikin. Em dixwazin azadî hebe, rehetî hebe. Bila têkoşîna gelê me berdewam bike.”
 
Halîse Erkîn a ji navçeya Qoser a Mêrdînê hatiye destnîşan kir ku ew ji bo aştî û yekitiyê hatiye kongreyê. 
 
‘EV COŞ DÊ TÊKOŞÎNÊ PÊŞ BIXE'
 
Naîm Ozîpek ê ji ber tijebûna eywanên nekariye têkeve hundir jî destnîşan kir ku ji bo kongreyê tevlibûneke mezin heye û ev tişt gotin: “Ez bawer dikim ku ev coş dê têkoşînê pêş bixe. Ez dizanim ku têkoşîna me dê ji bo gelên Anatolyayê û Kurdistanê azadiyê bîne.”
 
Axaftinên kongreyê berdewam dikin. Coşa welatiyên li pêşiya eywana kongreyê, bi goveng û dirûşman berdewam dike.