Di Komîsyona Mutabaqetê de navên Hatîmogûllari û Bakirhan hatin hatin diyarkirin

  • rojane
  • 09:43 15 Cotmeh 2023
  • |
img

ENQERE - Hat zanîn ku Komîsyona Amadekarî û Mutabaqetê ya Partiya Çepên Kesk dê ji bo peywira hevserokatiyê navên Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan pêşkeşî kongreyê bike. 

Partiya Çepên Kesk li Eywana Werzîşê ya Ataturkê ya Enqereyê 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî li  dar dixe. Ji bo Meclisa Partiyê û hevserokatiya giştî dê tenê lîsteyek bê pêşkeşkirin. 
 
Hat zanîn ku Komîsyona Amadekarî û Mutabaqetê ya Partiya Çepên Kesk dê ji bo peywira hevserokatiyê navên Tulay Hatîmogûllari Oruç û Tuncer Bakirhan pêşkeşî kongreyê bike. Heke bên qebûlkirin, dê Hatîmogûllari û Bakirhan bibin hevserokên nû yên partiyê. 
 
Dê hilbijartina hevserokên giştî û endamên PM’ê piştî nîvro bê lidarxistin.