Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 10:41 27 Îlon 2023
  • |
img
MÊRDÎN - Li Qoserê di serdegirtinên malan de herî kêm 2 kes hatin binçavkirin.  
 
Li navçeya Qoser a Mêrdînê polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girtin û herî kêm 2 ciwan binçav kirin. Ciwan birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr. 
 
HERÎ KÊM 3 KES HATIN BERDAN  
 
Li aliyê din duh li navçeya Stewrê jî leşkeran bi ser malan de girtibûn û 3 kes binçavkiribûn, her 3 kes piştî kirariyên li qereqolê hatin berdan.