ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 27 Îlon 2023
  • |
img
 
 
* Parêzer Cemal Demîr ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re 7 caran hevdîtin kiriye, Girtîgeha Îmraliyê weke “Çalereşa hiqûqê” pênase kir û wiha got: “Divê li dijî tecrîdê dîplomasiya navneteweyî û mekanîzmayên serlêdanan bêxin nava liv û tevgerê.” 
 
* Rojnameger û kedkarê Çapemeniya Azad Seyîd Evran ku bi rojnameya Ozgur Ulke dest bi rêwîtiya heqîqetê kir 30 sal  bênavber li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat li ser şopa heqîqetê ket pey lêkolîn û derd û kulên kurdan. 
 
* Nûnerê KNK'ê yê Hewlêrê Denîz Cevdet Bulbun ê ku li Hewlêrê di êrişeke çekdarî de hat qetilkirin, piraniya temenê xwe di rêya xebatên ji bo pêşvebirina kurdî û yekitiya neteweyî de derbas kir. 
 
* Cîgirê MAF-DAD'ê Mahmût Şakar, diyar kir ku PDK bi astengkirina şandeyên ku dixwazin bikaranîna çekên kîmyewî vekolin ser sûc dinixumîne û got: "Em hewl didin bîrekê çêbikin. Em hewl didin van veguherînin dozan."
 
* Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajêr a Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) Vahdettîn Tuzun bal kişand ser Çemê Êlihê yê daxilî nava îmarê hatiye kirin û got ku ev ji bo siberoja bajêr karesat e. 
 
* Meleyên kurd ku têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axivîn, destnîşan kirin ku rakirina tecrîdê di hevgirtin û yekitiya kurdan de ye.
 
* Danişîna 2’yemîn a doza der barê Kadîr M.’yê li navçeya Silopiya ya Şirnexê îstîsmara zayendî ya sîstematîk li C.E’yê kiribû dê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bê lidarxistin. (10.00)
 
* Danişîna Doza Kobanê ku li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin dê bidome. (10.00)
 
* Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin û Çîgdem Kiliçgun Ûçar dê têkildarî serdana xwe ya li herêmên erdhejê li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00) ZINDÎ
 
* Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Wanê dê bi tevlibûna parlamenterên xwe serdana esnafan bike. (13.00)
 
* Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê li gelek bajaran daxuyaniyeke hevpar bidin. (12.00-13.30)
 
* Danişîna 4’emîn a doza der barê Ahmet Babat ê Fîrdevs Babat bi îşkenceyê qetilkiribû dê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê bê lidarxistin. (14.30) 
 
* Festîvala Filman a FilmAmed a 8'emîn wê bi pêşengiya Komeleya Sînemeya Rojhilata Navîn bi nîşandana filmê "Zimanê Dayikê" li Şanoya Bajêr a Amedê dest pê bike. (19.00)