DFG’ê û MKGP’ê serdana şîna Evran kirin

  • rojane
  • 15:47 26 Îlon 2023
  • |
img
AMED - DFG’ê û MKGP’ê serdana şîna kedkarê çapemeniya azad, rojnamevan Seyît Evran ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da, kirin.
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Jinên Rojnameger ên Mezopotamyayê (MKGP) serdana şîna rojnamevan û kedkarê çapemeniya azad Seyît Evran ku li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê di nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, kirin. Şîn li Taxa Merkez ya navçeya Hênê ya Amedê hat danîn. Malbat û xizmên Evran şandeya DFG’ê û MKGP’ê pêşwazî kirin. Şandeyê li cihê şînê duayên xwe kirin û sersaxî ji malbatê re xwestin. Dê şîna Evran sibê û du sibe jî berdewam bike. 
 
Her wiha polîs li kolanên ku diçin cihê şîn lê hatiye danîn, disekinin û kesên diçin şînê di GBT’yê re derbas dikin.