Danişîna doza rojnamevan Çapan hate betalkirin

  • rojane
  • 14:54 26 Îlon 2023
  • |
img
STENBOL - Danişîna doza rojnamevan Reyhan Çapan, ji ber dema wê borî hate betalkirin. 
 
Danişîna doza derbarê Midura Karên Nivîsan a rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK’ê hatibû girtin bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” , “Bi rêya çapemeniyê propagandaya rêxistinê kiriye” , “Daxuyaniyên rêxistinê çap kirine û belavkirine” hatiye vekirin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate lidarxistin.
 
Şandeya dadgehê daxwaza betalkirina dozê ya parêzeran a di danişîna beriya niha de nirxand. Dadgeha ku daxwaz qebûl kir, biryar da ku ji ber demboriyê doz bê betalkirin.