Li gundê Banayê leşkeran avêt ser malan

  • rojane
  • 17:06 20 Îlon 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Li gundê Bana yê zêdetirî 2 meh in di bin dorpêçê de ye, leşkeran avêt ser malan. 
 
Li gundê Bana yê girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê qedexe û dorpêça leşkeriyê didome. Gundê ku zêdetirî 2 meh in di bin dorpêça leşkeran de ye ji duh ve ji hewayê û bêjahiyê liv û tevgera leşkêrî didome. Duh di encama bombardumanê de endamê HPG’è Ramazan Elîçûmûş jiyana xwe ji dest dabû. 
 
Li gund zext û gefên li ser gundiyan didomin. Leşkeran îro jî avêt ser malan û bi saetan li hundirê malan geriyan. 
 
Gundiyên ku di malan de hatine hepskirin û ji ber qedexeyan nikarin ji malê derkevin ji bo hestiyariyê bang li sazî û rêxistinên mafê mirovan kirin.