Polîsên li Şemzînanê êrişî esnafan kirin gule li derdorê reşandin

  • rojane
  • 13:53 20 Îlon 2023
  • |
img
COLEMÊRG - Polîsên ku bi esnafên navçeya Şemzînanê re ketin nîqaşê, hem gef xwarin hem jî li bi awayeke rasthatî li derdorê gule reşandin.
 
Duh li navçeya Şemzînan a Colemêrgê di navbera polîsan û esnafan de rageşî derket. Li gorî agahiyan; di navbera polîsan û xwediyê kargehekê de rageşî derket. Hat zanîn ku nîqaş mezin bû û polîsan bi qirika xwediyê kargehê girt û gef lê xwarin. Welatiyên ku hay ji rewşê bûn hatin cihê bûyerê û bertek nîşanî polîsan dan. Di vê navberê de di navbera welatiyan û polîsan de rageşî derket. 
 
Piştî rageşiya derketî, polîsan bi awayeke rasthatî li derdorê gule barandin û hewl dan welatiyan derb bikin.