Li du bajaran 12 kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 11:42 19 Îlon 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di serdegirtinên malan ên li Colemêrg û Antalyayê de herî kêm 12 kes hatin binçavkirin.  
 
Li navenda Colemêrgê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Hat zanîn ku herî kêm 10 kes bi îdiaya "Endamtiya rêxisinê" û "Propagandaya rêxistinê" hatine binçavkirin. Polîsan kesên binçav kirine birin Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê. Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: "Bûrak Ecer, Şukran Ozek, Zubeyîr Akgul, Salîh Yakin, Arîf Dûman, Cevher Erbaş, Rojhat Safali, Abdullah Firtina, Mehmet Demîr û Omer Mete.
 
 ANTALYA
 
Li Antalyayê polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û 2 kesên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Kesên sedema binçavkirina wan nehate zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr.