Cenazeyên kesên li Daraqolê jiyana xwe ji dest dayîn rakirin ATK’ê

  • rojane
  • 10:53 19 Îlon 2023
  • |
img
AMED - Hat zanîn ku cenazeyên 4 endamên HPG’ê yên di encama bombebarana li gundê Daraqolê ya Liceyê de jiyana xwe ji dest dayîn rakirin ATK’a Amedê. 
 
Artêşa tirk pêr gundê Daraqol ê navçeya Lice ya Amedê bombebaran kir. Hat gotin ku di bombebaranê de 4 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane û cenazeyên wan rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê. Hat zanîn ku malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayîn dê ji bo teşhîsê biçin ATK a Amedê.