Li Bismilê du malbat bi hev ketin: 3 kes mirin

  • rojane
  • 18:24 18 Îlon 2023
  • |
img
AMED – Li navçeya Bismilê di pevçûneke çekdarî de 3 kes mirin û kesek jî bi giranî birîndar bûn.
 
Li Taca Dûmlûpinar a navçeya Bismil a Amedê, malbata Tekîn û Gumurcu bi çekan bi hev ketin. Her 2 malbatên ku berê hisûmet di navbera wan de hebû, car din bi hev ketin. Piştî kêliyekê di pevketinê de çek hatin şixulandin. Di êrişa bi çekdarî de 3 kes mirin û kesek jî birîndar bûn. Birîndar bi ambulansa hat cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.
 
Hat hînkirin ku rewşa birîndaran giran e û li cihê bûyerê tevdîr hatin girtin.
 
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.