Zarokê di dawetê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 11:40 18 Îlon 2023
  • |
img
KÎLÎS - Zarokê 7 mehî ku bi gulebarana A.K. a di dawetê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. 
 
Li Kîlîsê zilamê bi navê A.K. di dawetê de bi çifteya bipompe gule berdan û tevî zarokê 7 mehî Bayram Mert Fîlîk, H.G. ê 11 salî û Î.F.G. ê 5 salî jî birîndar kir. Zarokên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Prof. Dr. Alaeddîn Yavaşca. Zorokê 7 mehî piştî mudaxileya ewil sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Şahînbey a Dîlokê hate kirin. Zarokê sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin tevî hemû hewldanan nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.