Îsmet Argul piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan

  • rojane
  • 19:49 17 Îlon 2023
  • |
img

AMED - Îsmet Argul ê ku 30 sal şûnve ji girtîgehê hat berdan got: “Ez bi serbilindî derketim.” 

Îsmet Argul piştî 30 salan ji girtîgehê tehliye bû. Argul ji Girtîgeha Bandirmayê ya Balikesîrê ya Jimara 2’yan a Tîpa T’yê hat berdan. Argul di sala 1993’yan de li navçeya Bismilê ya Amedê hatiye binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya “xerakirina yekitiya dewletê û tevpariya welat” hat girtin. Cezayê muebedê lê hatibû birîn. 
 
Argul heta niha li girtîgehên bajarên Amed, Dîlok, Bartin, Kandira û Bandirmayê maye. Argul li ber girtîgehê ji aliyê malbata xwe ve hat pêşwazîkirin. Argul wiha got: “Ez 30 salan di hepsê de mam. Ez bi awayek serbilind ji girtîgehê derketim.” 
 
Argul û malbata xwe ji Bandirmayê berê xwe dan navçeya Bismilê ya Amedê.