Kiliçdaroglû çû serdana Emîne Şenyaşar a ku emeliyat bûbû

  • rojane
  • 14:07 15 Îlon 2023
  • |
img
ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû çû serdana Emîne Şenyaşar a ku emeliyat bûbû. 
 
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû û hevjîna xwe Selvî Kiliçdaroglû, serdana EmîneŞenyaşar ku ji çongên xwe emeliyat bûbû kirin. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar pêşwazî li Kiliçdaroglû kir. 
 
Kiliçdaroglû derbasî odeya Emîne Şenyaşar lê tedawî dibe bû û li rewşa wê pirsî. Emîne Şenyaşar jî têkoşîna xwe ya 5 sal in ji bo edaletê didin meşandin anî ziman. Kemal Kiliçdaroglû jî destnîşan kir ku ew ji nêz ve dozê dişopînin û wiha got: “Heya ku edalet pêk were em ê li cem we bin. Bila hûn baş bibin. Gelek derbasî be.”
 
Kemal Kiliçdaroglû û Selvî Kiliçdaroglû piştî serdanê ji nexweşxaneyê derketin.