ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 11 Îlon 2023
  • |
img
 
 
* Ridvan Ayhan, ku di dema darbeya 12’ê Îlonê de li Hejmara 5’an Zindana Amedê bi îşkenceyên giran re rû bi rû ma wiha got: “Min şahidî ji zilma li kurdan tê kirin re kir. Derketina li dijî vê zilmê peywîreke însanî ye. Nasnameya berxwedanê nabe.”
 
* Li gundê Çalxan a navçeya Sergolanê di navbera salên 1995-1996’an de 9 endamên PKK’ê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn. Hate diyarkirin ku li qada gora komî ya 9 endamên PKK’ê lê ne, gorên nû hatine çêkirin. 
 
* Şahidên Girtîgeha Amedê ku piştî Darbeya 12’ê Îlonê veguherandibûn navenda îşkencexaneyê, diyar kirin ku heman polîtîka di roja me de hêj dijwartir tên meşandin. 
 
* Arkeolog Nevîn Soyûkaya diyar kir ku tevî Tirkiyeyê teahûd kiribû ku dê sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê biparêze, ew hildan “Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya di Xetereyê de” û wiha got: “Armanca me ew e ku em bajêr jinûve bikin cihekî ku lê were jiyîn, jiyanê jinûve ava bikin.”
 
* Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan diyar kir ku li girtî nikarin bi têrkerî xwarinê bixwin û destnîşan kir ku divê bihayê xwarinê yê rojane weke 50 lîre hatiye diyarkirin divê bê zêdekirin. 
 
* Hevserokê Şaxa OHD'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke bi lêv kir ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê li ser girtiyan ferz dike ku fikir û ramanên xwe bêjin lê ev yek li gor qanûnan sûc e. Oyke got ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê li dijî hiqûqê tevdigere. 
 
* Parêzer Dersîm Erîşen ku bi jinên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê rastî îşkenceya benê berazan hatibûn re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku pêkanînên îşkenceyê ji tecrîdê ne serbixwe ne û banga hestiyariyê li partiyên siyasî û rêxistinên hiqûqê kir. 
 
* Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan diyar kir ku projeya ÇEDES’ê projeyeke asîmilekirinê ye ku tê xwestin di asta baweriyê de bê kirin û xwest ku kesên wekî “yên din” tên dîtin divê li dijî projeyê bariyeran ava bikin. 
 
* Qeyûman, Şaredariya Mêrdînê di nava çirava deynan de hiştin. Hat zanîn ku kesên ji hêla van qeyûman ve weke Midûrê Nivîsgeha Taybet a MARSU’yê hatin peywirdarkirin, niha li saziyên cuda hatine peywirdarkirin. 
 
* Danişîna doza Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê girtî dê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)
 
* Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgehan a Sîncanê berdewam bike. (10.00)
 
* Konferansa Mezin a Partiya Çepên Kesk wê li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmek a Enqereyê berdewam bike. (10.00) 
 
* Sazî û dezgehên zimanê kurdî û rêxistinên sivîl wê li gelek bajaran têkildarî destpêkirina serdema perwredehiyê û hîndekariyê daxuyaniyan bidin. (11.00-15.00) 
 
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê li ber Wezareta Dadê berdewam bike. (13.00)