Girtiyê xwînê vedireşe sewqî nexweşxaneyê nakin

  • rojane
  • 09:01 10 Îlon 2023
  • |
img
ENQERE - Girtiyê nexweş Şervan Sertkaya ku li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tê ragirtin di hevdîtina ser telefonê de ji malbata xwe re got ku xwînê deverişe lê dîsa jî sewqî nexweşxaneyê nayê kirin. 
 
Girtiyê nexweş Şervan Sertkaya li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglûl ya Mereşê dihat ragirtin û piştî erdhejên 6’ê Sibatê yên Mereşê, li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hate sewqkirin. Sertkaya, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî. Sertkaya, da zanîn ku xwînê diverişe û ev rewş bi rayedarên girtîgehê re parve kiriye lê tevî vê yekê jî li nexweşxaneyê nayê sewqkirin. 
 
Bavê Sertkaya, Bahattîn Sertkaya têkildarî mijarê agahî dan û wiha got: “Kurê min çendek meh beriya erdhejê emeliyeta apandîsê bûbû. Lewma her tim pirsgirêkên tenduristiyê dijiya. Duh li dayika xwe geriyaye û gotiye; ‘ev çendek roj in ez xwînê vedireşim lê rayedarên girtîgehê min nabin nexweşxaneyê.’ Em dixwazin rewşa tenduristiyê ya kurê min baş be. Em dixwazin heqê wî bidinê.”