Li Hatayê wesayîta leşkerî qeza kir: 10 leşker birîndar bûn

img
HATAY - Li Hatayê wesayîta leşkerî bi piştê ve li TIR’ê da û qeza çêbû. Di encama qezayê de 10 leşker birîndar bûn. 
 
Li Hatayê wesayîta leşkerî bi piştê ve li TIR’a ku ajokarê wê H.Ç. bû û ji navçeya Dortyolê ber bi navçeya Îskenderûnê ve diçû da. Di encama qezayê de 10 leşker bi awayekî sivik birîndar bûn. 
 
Li ser îxbarê tîmên tenduristî û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dortyolê.