HDP’a Stenbolê kongreya xwe ya awarte li dar xist

  • rojane
  • 16:34 30 Tîrmeh 2023
  • |
img
STENBOL - Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê kongreya xwe ya awarte li dar xist û Îlknûr Bîrol Û Mûrat Kalmaz ji bo hevserokatiya bajêr hatin bijartin. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Stenbolê Kongreya Awarte ya 2’yemîn li dar xist. Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol di hilbijartina 14’ê Gulanê de bûbû namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk û lewma îstîfa kiribû. Ji ber vê yekê rêxistina bajêr ji bo rêveberiya xwe ya nû diyar bike, kongreya awarte li dar xist. Di kongreya awarte de Îlknûr Bîrol û Mûrat Kalmaz ji bo hevserokatiya bajêr a nû hatin bijartin.