Ji êrişkarên dikana tekelê yek hat girtin

  • rojane
  • 11:50 30 Tîrmeh 2023
  • |
img
STENBOL - Li Esenyûrta Stenbolê ji êrişkarên di bayiyê tekelê de 2 kesan kuştin, Mûrat Ozer hat girtin. 
 
Li navçeya Esenyûrta Stenbolê çar kesan bi ser bayiyek tekelê de girt. Êrişkaran bi demançeyan êrişî xwediyê dikanê û du kesên li cem wî kirin. Xwediyê dikanê û kesek din hatin kuştin. Ji êrişkaran Mûrat Ozer hat girtin. Hê jî êrişkar A.O. T.O. û S.O. nehatine girtin. 
 
Bûyer duh bi şev saet li derdora 00.15’an li dikanek tekelê ya li ser Cadeya Mehmet Akîf Ersoy pêk hat. Êrişkar di dikanê de bi demançeyê Batûhan Bayindir û Yunus Emre Erzen kuştin û Yusuf Erzen jî birîndar kirin. Êrişkar bi wesayîta ku hatibûn cihê bûyerê reviyan.