Navenda Til Rifat hat bombebarankirin

  • rojane
  • 10:55 30 Tîrmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê bi SÎHA'yê bombe li navenda navçeya Til Rifatê ya kantona Şehbayê barand.
 
Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî gund, navçe û bajarên Başûr û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Balafireke Bêmirov a Biçek a (SÎHA) ya Tirkiyeyê êrişî navenda navçeya Til Rifatê ya kantona Şehbayê kir. Li gorî agahiyên destpêkê hat gotin ku ziyanên madî çêbûne.